kiner
|مشتركين
أحدث مقاطع الفيديو
pexşanek wêjeyî ye. li ser gorbihuştan.
Henek
Henekên te mane li ser dil
Awazê te mîna bilbil
Singê te bûye ardil
Tîrêja berbangî, HEVAL
Bi te ra jîyîn can
Meşa te kelecan
Pir bilind î mîna bircan
Aldarê dozêyî, HEVAL
Hêlîna te Deşta Herranê
Bibask dibî li Mêrdînê
Birûskî sersingê Şerefdînê
Tim lezabez î, HEVAL
Qendîl e warê te
Kardînî ye awirê te
Bihenek e rojbaşa te
Rengînîya jîyanê yî, HEVAL
Azad Ararat, tîrmeh 2026, Qamişlo.
Bi taybet ji bo henekên wî yên bi wata,
pakrewan Gelhat û hevalên henekçî hemûyan
ra!
Vîna Hevalan
Kelegermî war e
Çar dîwar dîyar e
Dil e ne bêzar e
Li ser can bazar e
Awir mîna birusk
qusandî por û bisk
hewildan e birîsk
rewş mîna babelîsk
Qêrîn gihan ezman
ber lawên ehrîman
Vîna wan hevalan
Desteser kir zîndan
rojîya mirinê
nû vejandin jînê
Dil da pirevînê
Xelat ji perwînê
Destpêk e rewşedar
Rêwîtîyek dildar
Tim bimîne serkar
Mîna pêt û ji ar
cuye ser o yew şîîre şima rê dîyarî.
li ser partîya me helbestek hatîye nivîsandin.
Semîner: Li ser komploya navnetewî.
Pirtûk bi bîranînên gerîlayan pêk tê. Li ser azadweje1.com heye. Hem serhêl tê xwendin hem jî tê dakişandin. Heval li ser şehîdan diaxivin lê mixabin paşê ew bixwe jî şehîd dikevin. Lewra şehîd şehîdan vedibêjin.
40 tebax derbas bûn
çil sal
de pîroz be
#15ê_Tebaxê #a_ararat #helbest #kurdî #kurdish
Me bername li ser wêjeyê amade kir. Di Rojava TV da hat weşandin. Bername li ser malpera me kiner.info ye. Heke hun bixwazin hun dikarin lê binêrin. Hun dikarin parve jî bikin. Li ser hesabîn xwe yên civakî.
Me qala jîyana Azadê Araratî jî kirîye. Hun dikarin hinekî din wî nas bikin.
Vîdyoyek dublajkirî ye. Ji bo her kesê têdikoşe sudewer e. Wekî erkekî em bala xwe bidin ser û parve bikin. Daku bigîje gelek kesan.
Bêrîtan Tanya Fecir: Di helbest û pexşanekî bi çêja helbestê bibînin û guh bidin ser. Malpera me bişopînin û bidin nasîn. Ji ber ku dagirkerên Kurdistanê malper û hesabên me yên civakî yan digire yan jî asteng dike. di vî mijarî da, -ji kerema xwe ra- heta ji we hat bibin alîkar.
Em dê ji hemû alîyan ve têbikoşin û dagirkeran rêkin ser sergoyê. #a_ararat #akademi_cd
Di derbarê Komploya Navnetewî da, nirxandinên Rêbertî ne.
Mîyanê nê zelemeleyî de, beno ke şima ci ra hêz bigîrê.
Roşna Egîd yew çêra şarê kurdî ya.
welatê ma Kurdistan zaf xasek o. ganî merdim ci rê wayîr bivejo.
