أهم مقاطع الفيديو
Helbestek ji Şoreşê Ûzîmî.
derdêko giran o, vîrîkerdişê waranê xo. ê cayanaê maya xo ra bîyayîşî.
Henek
Henekên te mane li ser dil
Awazê te mîna bilbil
Singê te bûye ardil
Tîrêja berbangî, HEVAL
Bi te ra jîyîn can
Meşa te kelecan
Pir bilind î mîna bircan
Aldarê dozêyî, HEVAL
Hêlîna te Deşta Herranê
Bibask dibî li Mêrdînê
Birûskî sersingê Şerefdînê
Tim lezabez î, HEVAL
Qendîl e warê te
Kardînî ye awirê te
Bihenek e rojbaşa te
Rengînîya jîyanê yî, HEVAL
Azad Ararat, tîrmeh 2026, Qamişlo.
Bi taybet ji bo henekên wî yên bi wata,
pakrewan Gelhat û hevalên henekçî hemûyan
ra!
pexşanek wêjeyî ye. li ser gorbihuştan.
Vîna Hevalan
Kelegermî war e
Çar dîwar dîyar e
Dil e ne bêzar e
Li ser can bazar e
Awir mîna birusk
qusandî por û bisk
hewildan e birîsk
rewş mîna babelîsk
Qêrîn gihan ezman
ber lawên ehrîman
Vîna wan hevalan
Desteser kir zîndan
rojîya mirinê
nû vejandin jînê
Dil da pirevînê
Xelat ji perwînê
Destpêk e rewşedar
Rêwîtîyek dildar
Tim bimîne serkar
Mîna pêt û ji ar
li ser pakrewanên gever û giştî Kurdistanê.
li ser hesreta xwarzî û birazîyan, helbestek.